BEHDÎNAN – Bi boneya 25’ê Mijdarê roja tundiya ser jinê Rehşan Zagros ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi boneya roja 25 ê mijdarê de ez silavên xwe ji hevalên xwe ên di çeperên şer ên pêş de ji bo azadiya welat şerdikin re dişînim û bi taybet jî ez bang li hemû Jinên Ciwan û hemû Jinên Rojhilata Navîn ji bo ev roj bikin roja serhildanê li dijî hişmendiya zayendperest û desthilatdar. Ev roj veguherînin roja tolhildanê ji sîstema Kapîtalîst û hegomonîk. Ji bo ku ev roj bibe roja temamkirina projeya azadiya jinê ji ber ku kes mafê jinê nade. Ji bo vê pêwîste jin şer bike û têbikoşe da ku mafên xwe bi dest bixe.
Bi yekbûna jinan emê meşeleya azadiyê pêxin. Di dawiyê de ez dîsa ji hemû jinan û bi taybet jinên serhildêr û azadîxwaz li Sûrye, Lubnan, Filistîn, Ewropa û hemû Rojhilata Navîn.”
“Serkeftin ji jina berxwedêr, serkeftin ji jina azadîxwez re.”