NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî postek li ser hesabê xwe yê tiwîtterê belav kir, tê de got: “Di demekê de ku balafirên Tirkiyê komkujiyek li dijî 7 endamên malbatekê pêk anî Wezareta Parastina ya Tirkiyê îdia dike ku wan 7 terorîst kuştine. Aliyên garantor Rûsya û Amerîka ji parastina zarokên me ji komkujiyên Tirkiyê berpirsyar e. Em banga vekirina lêpirsîneke eşkere ji bo rawestandina qirkirinan û hesabxwestinê ji berpirsên komkujiyan dikin.”