QAMİŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitîya Jinên Ciwan li Kantona Qamişlo ji bo ciwan û gel çalakiyek lidar xist ku tê de berxwedaniya şervanên QSD’ê a li dijî dewleta tirk a dagirker hate silav kirin. Çalakî li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger Ya Taxa Qidurbek bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Pişt re Sinvizyon li ser Şoreşa Rojava û Berxwedaniya gel a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku heta vê kêliyê berxwedaniya gel û Şervanan bi dijwarî berdewam dike. Her wiha Agirê azadiyê jî hate vêxistin ji aliyê Ciwanan ve.
Ciwanan teqez kir ku ew ê bi berxwedaniya xwe agirê azadiyê vêxin. Çalakî bi gerandina govendê û stranên Şoreşgerî bi dawî bû.