BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya der barê mijarê wiha ye:
‘’Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronay 24’ê Cotmehê saet 15.15’an hezên me kepçeyeke zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku di navbeyna qereqolên Mêrgê û Museka ya Şemzînan a Colemêrgê de rê çêdikir bûye hedef. Derbeke serkeftî li kepçeye hatiye xistin, bi temamî hatiye rûxandin û tespitbûyî 1 leşerê dijmin hatiye kuştin.’’