REQA – Şaneya terorîst ji 14 çeteyan pêk tê, di nave de 3 hevjînên mîrên “emnî” yên DAIŞ`ê jî hene. Li gorî mikurhatinên endamên şaneyê hinek ji wan mîran, karên şaneyê û şaneyên din ji hundirên Tirkiyê bi rê ve dibin. Erkên endamên şaneyê li gorî cih û demê hatine guhertin. Ji avakerên şaneyê, derbaskirina çeteyan ji herêmên di bin kontrola çeteyên Tirkiyê de ber bi herêmên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) ve. Hinek ji wan çek û madeyên teqemenî peyda dikin û hinek din jî tevgera veguhestina endamên şaneyê di nav herêman de hêsan dikin, cih û werşeyên teqemeniyê peyda dikin.
Çavkaniyek berpirs ji saziya ewlekariyê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê re ragihand ku piraniya çeteyên vê şaneyê bi rê ve dibin, ji endamên destpêkê yên ku tev li DAIŞ`ê bûne. Di warên cuda de di nav refên çeteyan de kar kirine. Li rex ku tev li piraniya şerên DAIŞ`ê bûne, ji gundewarên Helebê dest pê bike heya bigihîje cihê wan ê dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Baxozê li Dêrazorê. Heman çavkanî destnîşan kir ku saziya ewlekariyê di sê mehên dawîn de tevgerên endamên şaneyê dişopandin û di dawiyê de girt.
14 ÇETEYAN, DI NAV DE JIN JÎ, BI DEHAN BÛYERÊN TERORÎST LI BAJARÊ REQAYÊ PÊK ANÎN
Navên endamên şaneyê ev in: Muawiye Abdulqadêr El-Eqre li Helebê Atarbê sala 1997`an ji dayik bûye, Besêl Esed El-Temo li Miyadîn li Dêrazorê sala 1988`an ji dayik bûye, Ibrahîm Hesen El-Hecî li Reqayê li Dibsê Ferec sala 1990`î ji dayik bûye, Mihemed Xelef El-Tahir li Dêrazorê sala 1961`an ji dayik bûye, Ehmed El-Mirî El-Abdullah li Reqayê sala 1995`an ji dayik bûye, Ehmed Cerad El-Ibrahîm li Reqayê sala 1992`yan ji dayik bûye, Ebdulrehamn Elî El-Xatîb li Hemayê li El-Cirm sala 1995`an ji dayik bûye, Hêder Ehmed El-Salih li Sifîrê sala 2001`an ji dayik bûye, Ehmed Seîd El-Xelef li Reqayê sala 1989`an ji dayik bûye, Mihemed Xalid Kebîb li Dêrazorê sala 1988`an ji dayik bûye, Hemze Abdulrezaq Etiye li Himsê sala 1993`yan ji dayik bûye.
Jinên endamên şaneyê ev in: Ayşe Hesen El-Hisên li Miyadîn li Dêrazorê sala 2002`yan ji dayik bûye, Enwar Casim El-Seyd sala 1997`an ji dayik bûye û hevjîna çeteyê bi navê Ehmed El-Abdullah ê ku bi navê Ebû Henîfa El-Şamî tê naskirin, Aya Yasir El-Salih li Tadif li Helebê sala 2003`yan ji dayik bûye û hevjîna çeteyê bi navê Hemze Atiye ye, ew hevserê wê yê duyamîn e ji destpêka tevlêbûna wê ji DAIŞ`ê re.
DESTPÊKA BÛYERÊN TERORÎST ÊN MEZIN Û HEDEFGIRTINA SIVÎLAN
Di 9`ê Nîsanê de endamên şaneyê bi fermana mîrê şaneyê bi navê “Doktor” ( ev kesayet ne diyar e û şaneyê ji hundirê Tirkiyê ve bi rêve dibe beyî ku endamên şaneyê agahiyan derbarê wî de nas bikin) erebeya firotina şînkahiyan dikirin û bi madeyên teqemenî amade dikin. Ji bo ku mezintirîn kiryarên xwe yên terorîst pêk bînin. Endamên şaneyê li gorî plana danîne, destpêkê bombeyekê li Kolana El-Nûr a qerebalik diteqînin. Li ser wê bi dehan şênî û tîmên destwerdana lezgîn tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dora cihê teqînê kom bûn ji bo ku birîndaran rakin. Di wê demê de endamên şaneyê bi zanabûn erebeya şînkahiyê ya ku li nêzî cihê teqîna yekemîn danîbûn, diteqînin. Di encamê de 10 sivîl şehîd dikevin û bi dehan birîndar dibin.
MÎRÊ VEŞARTÎ YÊ ŞANEYÊ Û PLANGERÊ WÊ; “DOKTOR”
“Doktor” di mikurhatinên çeteyên şaneyê de gotina herî ne diyar bû. Heta vê kêliyê endamên şaneyê wî nasnakin. Endamên şaneyê hemû destnîşan kirin ku piştî “Doktor” şane bi rêve biriye, dema herî xwîndar bû. Bi taybet ji ber ku yekser cih û demên bûyerê bi xwe diyar dikir. Li rex ku amûrên lojstîk ên pêwîst ji şaneyê re peyda dikir. Çeteyê bi navê “Doktor” piştî ku berpirsê emnî yê berê yê şaneyê bi navê “Beraa” ji herêmên Ezaz û Cerablusê re hatiye veguhestin, şane bi rêve dibe. Endamên şaneyê hemû diyar kirin ku “Doktor” li Tirkiyê dimîne û ji wir karên şaneyê û şaneyên din bi rêve dibe.
BÛYERA HERÎ MEZIN A ŞANEYÊ; TEQÎNA LI ÇERXERÊYA EL-NEÎM
Di 1`ê Hezîrana îsal de di êvara cejna Ramazanê de şaneyê bûyera terorîst a herî mezin pêk anî. Piştî ku fermanên xwe ji “Doktor” dibin, erebeyek bombebarkirî amade dikin û çeteyê bi navê Ebû Basîr ê iraqî erebeyê heta Çarxeriya El-Neîm dajo û di saet 8:00`an de ji êvara wê rojê xwe diteqîne. Di encamê de 9 kes şehîd bûn di nav de 3 şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk tevî ku zêdetirî 32 sivîl di nav de jin û zarok birînda bûn.
BI DEHAN BÛYERÊN TERORÎST HEWL DAN EWLEHIYA HERÊMÊ TÊK BIBIN
Her wiha şaneyê gelek bûyerên terorîst di hundirê bajêr de jî pêk anîn, ji teqandina bombeyan di nav taxan de, cihên stratejîk, hedefgirtina hêzên ewlekariyê û leşkerî. Ji bûyerên ku şaneyê pêk anîne: hedefgirtina dewriya Hêzên Sûriye Demokratîk li ber xwaringeha El-Rewda, hedefgirtina dewriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber Çarxeriya El-Sewami, teqandina bombeyekê li ber têketina Parka El-Raşîd, hedefgirtina firineke bajrê bi bombeyeke deng, teqandina bombeyekê li goşeya Nexweşxaneya Tewlîd, hedefgirtina dikana El-Nasir li kolana El-Mensûr û hedefgirtina serokê Meclisa taxa kolana El-Qîtar bi bombeyekê.
Kirinên vê şaneyê di warê bûyerên terorîst de sînordar nema, lê belê karên qaçaqcîtî, revandin û dizîn pêk anîne.
Piştî lêpirsînê û şopandina tevgerên şaneyê ji hêla cîhaza ewlekariyê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, hinek endamên şaneyê hatin girtin. Di mikurhatinên xwe de cihên endamên din jî diyar kirin.
Şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî di vê dawiyê de piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak bûn û mijulbûna Hêzên Sûriye Demokratîk bi berxwedana li hember wan êrişan bi kar anîn û dest bi êrişên xwe li Tebqa, Reqa, Dêrazor, Hesekê û Qamişlo kirin. Di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revîna bi dehan çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan kir. Beşek mezin jî ji çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li rex artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.