EYN ÎSA – Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li aliyekî din gelên Rojava û Bakurê Sûriyê li her qadê berxwedana xwe bi pêşve dixin. Gelê Eyn Îsa careke din diyar kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe qebûl nakin.
Zozan Hisên Endama Saziya Malbatê Şehîdan derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Rojavayê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û wiha got: ” Ev êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi tundî şermezar dikin, em tu carî vê dewleta dagirker li ser xaka xwe qebul nakin, ev xaka ku bi ked û xwîna şehîdan hatiye avdan, nabe ku dagirker û xwînmijên insanan têkevin vê xaka pîroz. Ji bo vê yekê bila dagirkeriya dewleta Tirk baş bizanibe ku ew nikare civaka me xerab bike bi qirêjahiya xwe. Piştî ku evqas destkeftiyê ku hêzên me bi berxwedaniyeke mezin ji bo azadiya civakê bi dest xistine bila tu carî dewleta dagirker xeyal neke ku ew ê rihet rihet derbasî axa me be. Çi netewê ku li ser vê axê jiyan dike dagirkeriya dewleta Tirk qebul nake ji ber ku diza ew dewleteke xwîmêja insanaye.
Zozan di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û wiha got: “Bi saya fikrê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan me evqas jiyaneke wekhev û watedar jiyan kir lê belê ev dagirkeriya Tirk nahêle ku em bi rihet jiyana xwe berdewam bikin, ji bo vê yekê jî em bang li tevahî gelê xwe dikin da ku dijî vê dagirkeriyê dakeve qadan û her tim
di nava berxwedaniyê de be.
Di heman demê de Endama Meclisa Navçeya Eyn Îsa Şêrîn Ebûd jî nerînên xwe ji ajans me re parvekir û wiha got: ” Di serî de em silavên xwe ji hemû şervanên azadiyê ên ku niha di çeperên şer de ne
re dişînin, dagirkeriya dewleta Tirk dixwaze sîstema me xerab bike, lê ew nikare. Em dewleta dagirker a Tirk li ser axa xwe qebûl nakin.