QAMİŞLO – 40’emîn roja şehadeta Mihemed Hesûn ku di Berxwedana Serêkaniyê de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan li Qamişlo hate bi bîr anîn.
Di Bîranînê de xwişka Şehîd Mihemed li ser jiyana wî ji ajansa me re axivî û wiha got: ” Dibe ku ew birayê min bû, lê ew li pêşiya ku birayê min bê, hevalê min bû. Bi wî serbilindin. Di dest pêka şoreşê de cihê xwe di nava xebatê ciwanan de digirt, ew mirovekî ciwan bû, bi têkoşîn û welatê xwe ve girêdayî bû. Vaye ne Mihemed tenê bi dehan rêhevalên wî bûne pekrewanên vê Şoreşê, Wan gişt xewn û bîranînên nemir hiştin. Erkê me ye ku îro em xeyalên wan temam bikin. Herî dawî sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim”.