TIL TEMIR – Şervanên YPJ’ê derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û êrîşên dewleta tirk a dagirker û kiryarên çeteyên wê li ser jinê ji ajansa me re axivîn. Herdu şervanên YPJ’ê Özgür Efrîn û Agirî Girê Spî da diyarkirin ku îroj di pêşengtiya YPJ’ê de têkoşîna herî xurt li dijî tundiya li ser jinan tê meşandin û bang li hemû jinan kir ku cihê xwe nava refên YPJ’ê de bigrin.
Şervana YPJ’ê Özgür Efrîn giringiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan wiha nirxand: “Her di 25’ê Mijdarê îskenceyên li ser jinê û berdewamiya wê tê bîra mirov. Em vê rojê wek roja têkoşîna dijî şideta ser jinê pênase dikin. Di civaka me jî de bê maf û heq, her serî tewandin, di rewşek wusa de jin jiyan dike. Ji aliyê zilam de her zilm û heqaret li ser jinê tê meşandin. Bi salane ev şideta li ser jinê didome. Dema ku YPJ li Rojava hate îlankirin, taybet beriya vê jî dema jinên derdikevin serê çiya ji bo şikandina vê şîdeta bi salan bi îrade, hêz û bawerî ku ji Serokatî digirtin têkoşînê dan destpê kirin. Beriya wê zaten kesî mafê jinê bide tunebû, hertim di nava heqaretan de jiyan dikir. Bi avakirina YPJ’ê bi sedan, hezaran jin derbasî refên we bûn û wir de cihê xwe girtin. Dema jin derbasî nava refên YPJ’ê bûn bi rastî ditîn ku mafê jinê heye. Di wir de hêz û bawerî ditîn. Ev zilm û şîdet hin jî di zihniyeta ku bi salane hatiye avakirin de heye. Di berxwedan û têkoşîna me, dema em behsa şerê di mewziyan dikin hevalê wek şehîd Berîtan, şehîd Arîn, Avesta û Barin tê bîra mirov. Wek me got ev zihniyeta şîdetê hin jî berdewame, dema dijmin hevalê Jin bi birîndarî digrin li ser bedena wan îskence dikin. Lê ew tirs û serî tewandina berê dema îskence û şîdet li ser jinê dihat kirin, îro bi YPJ’ê tunebû. Di vir de mafê jinê derdikeve holê. Bi berxwedaniya me YPJ’ê di mewziyan ev derdikeve holê.”
Özgür bi bîr xist ku bi têkoşîna YPJ’ê re hewlesta şikandina zincirê koletiyê derket holê û wiha domand: “Berê kesî nizanî bû jin çiye, kiye. Tenê digotin jin nava civakê de ye, tenê yê malane, ê xizmet kirinê ne. Lê îro tevahî cihan behsa jinê dike. Behsa pêşengtiya jinê a di nava civakê dikin. Çiqasî bi îradeyek mezin li dijîn dijmin û şîdetê li berxwe daye. Behsa çalakî û hêza jinê dikin. Dema jin şer dikin, tucarî bê bawer li xwe mezê nake. Li hemberî ew dijminê ku bi salane qetlîam ser civakê pêk aniye, serî radikin. Tucarî şûnde venagerin, dikevin şer. Bersivdayîna herî mezin hevalê jin didin. Ji ber vê jî gavê herî mezin davêjin. Dema behsa YPJ’ê tê kirin ev tê bîra mirov. Jiyana jinê ya berî beşdarî YPJ’ê dibe û ya piştî beşdarî YPJ’ê dibin ji hev pir cuda ne. Di nava malan de û di nava YPJ’ê jiyanê jinê gelek ji hev cuda ne. Bi YPJ’ê re ew hewlesta şikandina zincirê koletiyê derket holê. Ev şîdet û îskenceya ku bi salane li ser jinê tê meşandin em qebûl nakin. Em serî li hemberî tu kesî natewînin. Em li ser vî esasî dimeşin. Li ku dibe bila bibe, yê ku destpêkê li hemberî zilmê pêwiste şer bike Jin e. Yê ku zilm û heqaretê pêwiste qebûl nekin destpêkê hevalê Jin in. Çi jinên di nava civakê, çi jinên di nava YPJ’ê de. Ji bo min ev roj rojek şîdetwarî ye, ji ber her zilm tê bîra mirov. Di aliyê din jî şehîdên wek şehîd Berîtan, şehîd Zilan, û şehîdên ku serî li hemberî zilmê ne tewandine, serî rakirine û li dijî zilmê derketine ew tên bîra mirov.”
Şervana YPJ’ê Agirî Girê Spî jî daxuyakirin ku jin pêwiste tucarî bindestiyê û teslîmbûnê qebûl neke û derbarê 25’ê Mijdarê de ev got: “Îro jinên nava YPJ’ê xwe ji zor û zehmetiyê xelas kiriye û mafê xwe naskiriye, dizane jin çiye. Lê berê di nava civakê kesî nizanîbû jin çiye, jin kiye û digotin mafê ne nine. Îroj jin bi YPJ’ê re bi awayekî serbilind jiyan dike, di zanebûna mafê xwe de ye, ketiye zanebûna hêza xwe ku dikare li heberî her tiştî têkoşîn bike. Têkoşîna me ya îroj ji bo hemû jinan tê meşandin. Em dixwazin bibin dengê jinên li Rojava û her çar aliyê Kurdistanê. Ji ber navê jin, navekî bilinde. Jin pêwiste serê xwe li hemberî kesekî netewine. Em dixwazin hemû jin mafê xwe nas bikin. Îro em têkoşîna vê dikin ji bo Jin ji xwe bawer be, ji xwe hez bike û bi îrade be. Pêwiste jin bindestiyê û teslîmbûnê qebûl nekin. Jin berê gelek îskence ditiye, lê îro dikare vê bişkine. Dikare mafê xwe bidest bixe. Ez bang li hemû jinan dikin ku tevlî refên me ê YPJ’ê bibin. Ji bo bizanin jin çiye, mafê xwe çiye, bikarin li dijî tundiyê şer bikin.”