EYN ÎSA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibê ve êrişî gundên navçeya Eyn Îsayê dikin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan didin.
Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê me Êrîş Cûdî ragihan: ” Êrîş ji sê milav ve hate kirin, di dest pêkê de êrîş li ser riya M4 hate kirin paşê êrîşî Kampê a ku çeteyên DAIŞ’ê berê tê debun kirin, armanca wan ew bu ku xwe bighînin kampê da ku bighêjin çeteyên xwe çeteyên DAIŞ’ê, lê belê êrîş ji aliyê Şervanên QSD’ê ve hatin şikandin”.
Heta van kêliyan êrîş didomin.