EYN ÎSA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibê ve êrişî gundewarên navçeya Eyn Îsayê dikin. Şervanên QSD`ê û hêzên rejîma Sûriyê bersiva êrişan didin. Şer li gundên Seyda, Mualeq û Wasta yên rojavayê Eyn Îsayê rû dide.
Her wiha ji ber êrişên hêzên dagirker, rêya navneteweyî ‘M4’ di navbera Eyn Îsa û Kobanê û Eyn Îsa û Şergirakê de hate qutkirin û xetere li ser jiyana sivîlan heye.
Li herêmê şer berdewam dike.