REQA – Çalakî li Navenda Çandî ya bajarê Reqayê bi tevlibûna bi dehan helbestvan, wêjevan û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û ciwanên Reqayê li dar ket.
Di çalakiyê de helbestên girêdayî Berxwedana Rûmetê li dijî dagirkeriya Tirk vegotin.
Her wiha ciwanan şanoyek girêdayî berxwedana gel û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêşendan.
Çalakî bi pêşkêşkirina koma Çanda Reqayê berhema xwe bi dawî bû. Berhemê dîroka Reqayê û çanda wê ya ku piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê winda bûye diyar kir.