NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe Ezîz Salih Xelo bi nasnav Egîd Şengalî ku di êrîşa 19’ê Mijdarê ya li Xanesorê de birîndar bûbû û li nexweşxaneyê şehîd bû eşkere kir.
Fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd Egît û Êzidî hemûyan re xwet û got wê tola şehîdên wan li erdê nemîne û xak û gelê xwe biparêzin.
Fermadariyê ev agahî parve kir:
“19’ê Mijdarê saet derdorî 10:30’î balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek (SÎHA) yên dewleta dagirker a Tirk Xanesorê bombe kir. Di bomberdimanê de 5 hevrêyên me birîndar bûn. Ji hevrêyên me yên birîndar Egîd Şengalî di 20’ê Mijdarê li nexweşxaneyê dema dihate dermankirin şehîd bû.
Ev êrîş encama hevkarî û amûrên şer ên dewleta Tirk a faşîst pêk hatiye û bi vê yekê dixwazin êrîşa ku bi destê DAÎŞ’ê ser nexistin, bi van êrîşan gelê Êzidî bi qirqirinan re derbas bikin, fermanan bi sere wan bînin û xaka pîroz a Şengalê vala bikin. Armanca esasî ya van êrîşan ev e. Ti armancekî cuda ya vê qetlîama li ser gelê me yê Êzidî, zarokên wê û hêzên parastina wê pêk anîn nîne.
Li hemberî van êrîşan bêdeng mayîn, nebûna xwedî helwest, li dijî bomberdimanên li ser Şengalê bûna yek, li dijî dijminên gelê Kurd û Êzidî nebûna xwedî yek helwest û tevger xeflet û xiyaneta herî mezin e.
Yên ji bo xwe dibêjin em Êzidî û Kurd in, an jî partî û hêzên li ser xaka Kurdistanê dijîn, li dijî êrîşên li ser Şengalê deng dernexin, heta bi hincetên cuda cuda ketina nava hewldanan nayê pejirandin û xiyaneta herî mezin e.
Em YBŞ weke parêzvanên Şengalê û gelê Êzidî ne, çawa heta niha me xaka xwe parast, em ê ji niha û şûn ve jî erka xwe ya li hember şehîd û gelê xwe bi cih bînin û bi domdarî Şengalê biparêzin. Ev ne êrîşa yekem û ne ya dawî ye ku li ser me tê kirin. Gelê Şengalê rêya xwe hilbijartiye û zelal e. Banga me ya ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev e, ji terciha gelê Şengalê re rêz bigirin. Li dijî her cûre êrîşan cih li gel hêza parastina gel û Şengalê YBŞ’ê bigirin û destek bikin.
Em YBŞ di serî de ji malbata Şehîd Egîd û hemû gelê xwe yê Êzidî re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku wê xwîna şehîdên me li erdê nemine û têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Şehîd Egîd bi zanabûn û îdeolojiya azadiyê xwe kiribû yek, milîtanekî bi cesaret, fedekar û mînak ê azadiya Êzidî bû. Em ê têkoşîn û bîranînê wî ji bo xwe bikin rênîşan û di têkoşîna xwe de bidomînin.”
Nasnameya şervanê YBŞ’ê yê şehîd ketî wiha ye:
Nav û Paşnav: Ezîz Salih Xelo Emer
Nasnav: Egîd ŞengalîNavê Dayikê: Leyla Elî
Navê Bav: Salih Xelo Emer
Cih û dîroka Şehîdbûnê: 20.11.2019