SILÊMANÎ – Koma Jinan a Başûrê Kurdistanê ku ji nûnerên rêxistinên jinan û aliyên siyasî pêk tê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Liser Jinê li bajarê Silêmaniyê meşek lidar xist û daxuyanî da çapemeniyê.
Meş ji Kolana Salim (Saholeke) destpê kir û heta ber Baxê Gişî dom kir. Di meşa ku gelek jin tevlî bûn de pankartên wekî ,”Şehîd Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amara Kobanê sembola berxwedana jinên têkoşer in”, “Dagirkerî tundutijî ye”, “Bi berxwedana Hevrînan emê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” hatin vekirin, her wiha wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Arîn Mîrkan, Avesta Xabur û jinên têkoşer ên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bilindkirin.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî, “Bi têkoşîna jinan rizgar dibe Kurdistan”, “Berxwedan jiyan e rêya hemû jinan e”, “Bi yekgirtina jinan azad dibe Kurdistan”, “Em namûsa tu kesî nîn in, namûsa me azadiya me ye”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê li ber Baxê Giştî daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Koma Jinan a Başûrê Kurdistanê Kinêr Ebdullah daxuyanî xwend.