NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên li ser Eyn Îsayê daxuyanî da.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê Artêşa El-Wetenî êrişeke dijwar li dijî bajarokê Eyn Îsayê kirin. Hêzên dagirker ji sê aliyan ve bi topavêj û balafiran êrîş kirin. Hêzên me li dagirkeran û li qadê şerekî giran didome.
Ev êriş li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk hatin û tu tevgerên rawestandina van êrişên bêserûber negirtin. Tevî wê jî ew weke garantorê agirbestê li wir hene.
Paşguhkirina hêzên Rûsyayê der heqê van êrişan û nepêkanîna rola garantor de, gelek gûmanan li gel hêzên me çêdike ku, ne li gor rola Rûsyayê ya garantor di çareseriya siyasî li tevahî Sûriyê de ye.”