BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê serbarê çalakiya li Çelê û êrîşa hewayî ya li dijî Zapê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 23’ê Mijdarê de saet di 01.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li girê Serzer ê Çelêya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Di 22’ê Mijdarê de saet di 18.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Saca ya Zapê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”