EYN ÎSA – Artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê Artêşa El-Wetenî êrişeke dijwar li dijî bajarokê Eyn Îsayê kirin.
Li gorî agahiyên ku Nûçegihana me Zozan Elî ji me re ragihand: ” Hêzên dagirker ji sê aliyan ve bi topavêj û balafiran êrîş kirin. Lê belê Şervanên QSD’ê êrîşên wan vala derxistin. Dîsa di seatên êvarî de carekî din êrîşî kampa ku çeteyên DAIŞ’ê tê de ne kir, armanca wan ew bû ku çeteyên xwe ji wir derxe, Şervanan careke din êrîş vala derxistin. Di heman demê de hindek malbat ji aliyê Şervanên ve hatin rizgar kirin. Her wiha riya M4 jî ji aliyê Şervanan ve hate paqijkirin”.