NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) bi boneya Roja Cîhanî a Têkoşîna dijî Şîdeta li ser Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘zilamsalarî li herderê jinê dorpêç kiriye’
YJCR’ê iyar dike 25’ê Mijdarê roja bilindkirina têkoşînê û daketina qadan a jinane û di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin, “Em weke jinên şoreşger pergala zilamsalar ya zordar û tecawizkar û hemû saziyên dewlet netewe yên li ser hişmendiya zilamsalarî avabûne red dikin. Ev hişmendiya zilamsalar xwe dispêre nijadperestî û zayendperestiyê û pirsgirêkan kûrtir dike. Di malê de bav, bira, mêr, li kolanan polîs, li zîndanê gardîyan derdora jinê dorpêç kirine û tûndûtîjî bûye parçeyek ji jîyana jinê.”
‘Dagirkeriya Tirk û Îranê xwe bir bindestkirina jinan û civakê xwedî dike’
Di dewama daxuyaniya YJCR’ê de îşaret bi dagirkeriya Tirk û dewleta Îranê jî tê kirin û wiha dirêjî bi daxuyaniyê tê dayîn, “DAIŞ bi awayeke sîstematîk jinan di komkujiyê re derbas dike û vêya jî bi piştgiriya dewlet netewan dike. Divê were zanîn dewleta Tirk û Îranê ya dagirker xwe bi bindestkirin û çewisandina jina nû gelan xwedî dike. Ji bo jinan ne sîstema sarmayedar û liberal a Rojava, ne jî sîstema rejîmên despot dikare bibe bersiv. Jin li kuderê dibin bila bibin ancax bi parastina cewherî dikarin rizgar û azad bibin. Jin li malê bi xwişk û dayîkên xwe, li taxê bi cîranên xwere, li xebatê bi hevrêyen xwe re dikare sîstema xwe ya parastîne pêşbixe. Jinên ciwan dijî sîstema zilamsalar dikarin berê xwe bidin nava refên azadiyê. Têkoşîn bi yekbûna jinan bihêz dibe û serdikeve.”
‘Emê bi têkoşîna tola jinên Êzidî, Rojava, Îran û Bakurê Kurdistanê hilînin’
Daxuyaniya jinên bi peyama, “Em weke yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê soz didin jinên ku li Rojava, Şengal, Bakurê Kurdistan û Îranê di dirokên cûda de hatine qetilkirin kirin ku tola wan hilînin. Di serî de şehîd Amara, Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane hate qetilkirin bi rêzdarî bibîrtinin û soz didin tola wan hilînin.”