MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo gerîlayê HPG’ê Ridvan Tarhan ê 30’ê Tîrmehê li Sêrtê şehîd bûbû, sersaxî hate qebûlkirin.
Cenazeye Tarhan 12’ê Mijdarê li gundê Tatka ya navçeya Qereyazî ya Erziromê bi tevlîbûna bi sedan kesî bi merasîmekê hatibû veşartin.
Xizmên wî yên ji Kurdistanê vegeriyan li navenda civaka Kurd a demokratîk sersaxî qebûl kirin.
Gelek Kurdistaniyên çûn sersaxiyê li vir sînevîzyona ku hatibû amadekirin temaşe kirin. Li vir li ser navê malbatê axaftin hatin kirin û piştre dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.