TIL TEMIR – Li bajarê Til Temir li saziya malbatên şehîdan derbarê 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan seminerek hate lidar xistin. Seminera ku bi organizasyona Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan hate lidar xistin saet 11:00’an destpê kir.
Di seminerê de berdevka kantona Hesekê, Afaf Heskê li ser tundiya li ser jinan û giringiya têkoşîna li dijî tundî seminer da jin û gelê Til Temirê. Mijarên wek mafên jinê, şeweyên tundiyê, zewaca bi temenê biçûk û rêbazên têkoşînê hatin niqaşkirin.
Seminer bi bersivdayina pirsan û avêtina sloganên wek “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.