EYN ÎSA – Yek ji jinên berxwedêr ên ereb ya ku cihê xwe di nava hêza Jin de digre Tolhildan Ocalan Endama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wek jineke ciwan nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dema ev îradeya jin derket holê, her civak bi hêviyeke pir mezin lê meyzedikir, lê belê ev hêz û îradeya me piştî ku me çeteyên DAIŞ’ê têk bir diha bêhtir civakê rastiya me naskir, ji bo vê jî em niha di nava berxwedaneke dîrokî de dimeşin, pêwîste her kes bi zanibe ku dewleta dagirker û çeteyên xwe wê her dagirkeriya xwe li dijî me bi kar bîne, lê belê pêwîste her kes êdî rastiya vê dagirkeriyê nasbike û têkeve nav berxwedanê de. wek ku tê zanîn jî ev dagirkeriyê bi her şêwazî êrîşî jin dike ji ber ku dizane ku Îradeya jin û hêza jin wê dagirkeriya wan hilweşîne, ji ber ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo em xwe isbat dikin û heya dawiyê jî em ê di nava vê berxwedaniyê de xwe isbat bikin. Em tenê xwe na parêzin, em ew jinên ku di malê xwe de bi tundiyê re ru bi ru dimînin diparêzin jî, ji bo vê jî ferq gel me nîne di navbera jin de.
Her jin bila rastiya xwe zanibe, zanibe ku çi îrade gel wê heye û bi xwe hêza derxîne holê da ku her dagirker bizanibe, tu hêz nikare li beramberî hêza jin bisekine, Hêza jin li her derê heye û li her derê pêwîste berxwedan dijî dewletê were kirin.