ENQERE – Li Enqereyê polîsan serê sibê zû bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Altan de girtin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî serdegirtinê destgîr kirin. Hat zanîn ku 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê biryara destgîrkirina Altan derxistiye. Hat ragihandin Bêrîvan Altan wê bibin Mêrsînê.