MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TCM/TJCM) bi wesîleya 41’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) meşek bi meşale lidarxistin. Ciwanan gotin, wê sala 42’emîn bibe sala serkeftin û qedandina faşîzma Erdogan.
Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TCM/TJCM) bi boneya 41’emîn salvegera damezrandina PKK’ê meşekî meşaleyî li darxistin. Meş li berderiyê Şaredariya Wargehê destpêkir û heta ser çiyayê Qerçox berdewam kir.
Piştî ciwan gihan ser çiyê, deqek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate girtin û piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Mexmûrê daxuyaniyek ji aliyê Endamê TCM’ê Dijwar Kara ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di serî de em salvegera 41’emîn a damezrandina partiya me PKK’ê li avakarê partiyê Rêber Apo li şehîdên azadiyê û hemû gelê bindest û ciwanên Wargeha Penaberan a Şehid Rustem Cudî pîroz dikin.
Wek tê zanin ev 42 sal in partiya me PKK bênavber di nava tekoşînek mezin de ye. Ji roja ku xwe avakir heta niha her ku çu mezin bu fikrê xwe li her derê cihanê belavkir. Îro jî bûye partiyek gerdûnî. Ev jî bêguman bi tekoşîn û sekna Rêber Apo û berdêlên mezin hate avakirin. Bi taybet bi berxwedaniya şehidan heta roja me ya îro xwe mezin kir. Em carek din hemû şehîdan bibîrtînin û soza berdewamkirina têkoşîna wan didin.
41 sal bi dawî bûn em derbasî sala 42’yan dibin wek ciwanên wargehê ev sal pêwîste bibe sala serkeftinê. Çewan ku salên berê dijmin digotin emê PKK’ê biqedînin ew bi xwe qediyan. Ev sal jî wê bibe sala qedandina Erdoganê ku dibejê ezê PKK biqedînim, divê ev sal bibe sala qedandina Erdogan û Baxçelî. Wek ciwanên Apocî ev layiqê meye. Di heman demê de erkeke ji bo me hemûyan piroze. Ji niha de wek ciwanên wargehê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan li hemû gelê Kurd pîroz be.
Daxuyanî bi diruşemeyên “Bimire dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk, bimre îxanet, Bijî Partiya Karkerên Kurdistan, Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.