NAVENDA NÛÇEYANGelê Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya QSD’ê ku li dijî êrîşên dagirkeriya tirk berxwedana bêhempa dimeşine bikin li ser piyan bûn. Pêkhateyên herêma Cizîrê bi meşên girseyî diyar kir ku dagirkeriya Tirk armanc dike ku şer û kuştinê di nava gelê Sûriyê de belav bike û piştrast kir ku bi hevgirtina gel serkeftin mîsoger e.
HESEKÊ
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê desteka Berxwedana Rûmetê û berxwedana gelên herêmê li dijî êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka wê kir.
Şênî li pêşiya Parka Rêber Apo li taxa Kelasê kom bûn, alên QSD, YPJ û YPG hildan û pankartên li ser nivîsa “Xwîna şehîdên me û qîrîna zarokên me dê we darizîne, em xwediyên xakê ne, Erdogan dagirker e divê bê darizandin” hildan. Şênî ber bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ve çûn û dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên herêmê berz kirin.
Xerîb Hiso bi navê Hevserokatiya TEV-DEM`ê axivî û wiha got: “Şoreşger û têkoşîna me ji bo tunekirina zilm û desthilatê ye, di dawiyê de dê ji mafê şoreş û gel û pêkhateyan be.”
Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi rêya şoreşa me, me îsbat kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerê pêkhateyekê dike, ew şerê hemû pêkhateyan dike û hewl dide qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, lê bi hevgirtina gelan serkeftin mîsoger e.”
DIRBÊSIYÊ
Bi hezaran şêniyên navçeya Dirpêsiyê û gundên wê ji bo piştgiriya QSD`ê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û pankartên “Bi şehîdan em bi ser ketin… bi rihê şehîdên Berxwedana Rûmetê em ê li ber xwe bidin û dagirkeran têk bibin” hildan.
Meş li pêşiya Çerxerêya Xemgîn li navenda bajêr rawestiya û deqeyekê rêz girtin, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Hesekê Mihemed Seîd axivî û şêniyên navçeya Dirbêsiyê li ser berxwedana wan pîroz kirin.
Seîd wiha domand: “Ev êriş piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê têk birin û serkeftinên mezin di aliyê leşkerî de pêk anîn, pêk hatin. Êrişa Tirkiyê ya îro desteka wê ji çeteyan re îsbat dike.”
Seîd bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hêzên wan re bisekinin û li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin, her wiha destnîşan kir ku êrişên ku dewleta Tirk li ser herêmê pêk tîne, ne tenê Kurdan dike hedef, ew êrişa li ser hemû pêkhateyan e.
QAMIŞLO
Meşa li bajarê Qamişlo ku bi sedan şêniyên bajêr lê amade bûn, ji pêşiya depoya taxa Cûdî li rojhilatê bajêr dest pê kir û ber bi Goristana Şehîdan ve çû, şêniyan dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirk” berz kirin.
Di meşê de endama Komîteya Rêveber a PYD`ê Sîlvan Elî axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi salan e li dijî siyasetên înkarê têkoşînê dide meşandin û ji bo standina hemû mafên xwe têkoşînê dike.
Sîlvan Elî destnîşan kir ku têkoşîna ku gelê Kurd li kêleka gelên herêmê dide meşandin, xweşiya dewleta Tirk neanî, bi rêya êrişên xwe armanc dike ku destkeftiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, têk bibe. Her wiha teqez kir ku Tirkiye ji bo sedema dijmantiyê gelê herêmê dike.
Her wiha endama komîteya rêveber a PYD`ê Sîlvan Elî diyar kir ku îradeya gelan li pêşiya dagirkeran bi ser ket û hemû rêyên dijmin guhert, gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dijî komployan bi ser bikevin.
TIL HEMÎS
Li navçeya Til Hemîsê şêniyan pankertên li ser nivîsa “Bi şehîdan em bi serketin…bi rihê berxwedana Rûmetê em ê li berxwebidin û dagirkeriyê biqewtînin” hildan û her wiha wêneyên şehîdan û alên meclîsa malbatên şehîdan û QSD`ê ku nûnertiya wan dike rakiribûn û ji pêşiya meclîsa navçeyê dest bi meşa xwe kirin.
Meş li pêşiya Çerxerêya Şehîdan li navçeya Til Hemîs û piştî deqeyeke rêzgirtinê rawestiya, paşê endama rêveberiya saziya malbatên şehîdan Welîde Botî axivî û îşaret bi hewldanên Tirkiyê ji bo dagirkirina xaka Sûriyê û talankirina gelê wê kir û teqez kir ku gel şehîdên xwe dike fermandarên menewî û dê bi ser bikevin û planên dagirkeran têk bibin.
Welîde Botî bang li rêxistinên mirovî û mafnas kir ku bi erka xwe rabe û binpêkirinên dagirkeriya Tirk bide rawestandin.
GIRKÊ LEGÊ Û TIL KOÇER
Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat kom bûn ku meşeke piştgiriya bi QSD’ê re, piştevaniya Berxwedana Rûmetê, şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk û guhartina demografiya herêmê, li dar bixin.
Beşdaran wêneyên şehîd, alên QSDê, YPJ û YPJ’ê û wêneyên zarokên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, hildan.
Meş li kolanên Girkê Legê di nava girtina tevahî dikanên bazirganî, diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê, YPJ û YPG’ê, tilîliyên dayikan de, geriya.
Li naverasta bajarê Girkê Legê bi kombûneke girse meş vegerî mîtîngê, piştî deqeyeke rêzgirtinê, rêveberê Meclisa kantona Qamişlo Mezlûm Yûsiv axivî û got ku felsefeya neteweya demokratîk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla biratî, jiyana hevbeş, yekparebûnê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, kir yek.
Yûsiv wiha domand: “Divê tevahî gel û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekparebûnê pêk bîne û têkoşînê der barê rasthatinên herêmê ji dagirkerî û guhartina demografî yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ve, bilind bikin.”
Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.
Her wiha jî bi sedan şêniyên Til Koçerê meşeke piştgiriya bi QSD’ê re li pêş Parka Rêber Apo li dar xist û li tevahî kolanên sereke yên Til Koçerê gerî û ber bi sûka navendî ve pêk hat. Meş di nava dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û çeteyên wê û guhartina demografiya li herêmên dagirkirî de hat organîzekirin.
DÊRIK
Beşdar li Qada Azadî kom bûn û pankertên bi nivîsên “Em bi şehîdan bi ser ketin, bi ruhê şehîdên Berxwedana Rûmetê em ê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin” rakiribûn. Dayik û bavên şehîdan jî wêneyên zarokên xwe ku ji bo parastina gelên herêmên li berxwe dane û şehîd bûne, rakirin.
Meşvan di kolanên sereke yên bajarê Dêrîkê de geriyan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û siloganên ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin, di nava tilîlîyên dayikan de beriz kirin. Piştre li navenda şehîd Bawer ya Ciwanên Şoreşger, meş veguherî mêtîngê.
Piştî ku deqeyeke rêz hat girtin, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ebd EL-Kerîm Saroxan axivî. Saroxan di destpêka axaftina xwe de berxwedana şervanên YPG,YPJ û QSD`ê di çeperên şer de li dijî çeteyên Erdogan, silav kir her wiha şehîdên ku di oxira pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê de canê xwe feda kirin, bi bîrxistin.
Saroxan tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka êrişên Tirkiyê li ser herêmê heta niha, piştgiriya xwe bi şeravanên QSD, YPG, YPJ`ê re berdewam kirin, ji ber ku bi saya wan rûmeta vê xakê hat parastin.
Meş bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan r û yên şermezarkirina bêdengiya navdewletî derbarê êrişên Tirkiye li ser herêmê de, bi dawî bû.
TIL BERAK
Li navçeya Til Berakê jî şênî daketin qadan û ji pêşiya çerxerêya firana mezin a başûrê navçeyê ber bi kolên sereke ve çûn, paşê meş li naverasata navçeyê anku li pêşiya çerxerêya Şehîdan sekinî.
Li Çerxerêyê hevseroka Yekîtiya Partiya Demokratîk(PYD)Eyşê Hiso axivî û êrişên artêşa Tirk li dijî xaka Bakurê Sûriyê şermezar kir û wiha anî ziman, dewleta Tirk siyaseta qetilkirin û koçberkirina gelên Sûriyê yên ku di oxira parastin û yekîtiya xaka Sûriyê de canê xwe feda kirine, dide meşandin.
Her wiha Eyşê Hiso piştrast kir ku dewleta Tirk çekên kîmyawî li dijî sivîlan bi kar tîne bi kar tîne, di encamê de sivîl dibe qurban û birîdar dibin.Têkildarî bêdengiya raya giştî hevseroka (PYD)Eyşê Hiso wiha amaje pê kir ku bêdengiya navdewletî tê wateya hevkariya di sûcdên şer ên li dijî gelên Sûriyê ye.
TIRBESPIYÊ
Şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn û li wir bi sedan pêkhateyên navçeyê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe ve daketin daqan.
Şêniyên navçeya Tirbespiyê bêdengiya navdewletî der barê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha binavkirina Kurdan bi navê “terorîst” û piştgirtiya dewleta Tirk ji terorê re şermezar kirin.
Xwepêşandan li kolanên rojhilat ên navçeyê geriyan û dayîkan wêneyên zarokên xwe yên şehîd bûne hilgirtin, di heman demê de li dijî dagirkeriya artêşa Tirk slogan berz kirin, bêdengiya navdewletî û piştgirtiya dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ`ê ji Cebhet El-Nusra yên ku bi hezaran şêniyên pêkhateyên herêmê qetilkirin, şermezar kirin.
AMÛDÊ
Li navçeya Amûdê jî meş hate lidarxistin û bi sedan malbatên şehîdan, şandeyên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên sivîl, endamên Kongreya Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspî û serokeşîrên Kurdan beşdarî meşê bûn. Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, alên QSD`ê, YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin.
Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve meşiyan, paşê li goristana Şehîdan a rojavayê navçeyê sekinîn û sloganên”Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, hilweşe Erdoganê faşîst, Na ji Osmaniya Nû re, Bijî biratiya Gelan, Bijî berxwedana QSD`ê, Berxwedan Jiyan e, bê serok jiyan nabe û na ji guhartina demografiyê re”berz kirin.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan bavê şehîd Alan, Seyîd Ehmed axivî û got, li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em yek helwest in û israra berxwedanê û pişgiriya QSD`ê di çeperên şer de heta hetayê dikin. Ehmed di dawiya axaftina xwe de got Erdogan çekên kîmyawî bi kar anî û beramberî vê yekê dewletên cîhanî bê deng in, dewleta Tirk qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , nexasim gelê Kurd dike armanc û sivîlên bêguneh qetil dike.