QAMİŞLO
Yaboyê bi navê Cemal Xelo ku ji Gelê Bajarê Qamişlo ye di derbarê girêdan bûyina Gel û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de ji ajansa me re axivî û wiha got: “ Em gelek caran çûn cem Serokatî, me bi serokatî re jiyan kiriye di akedemî de, di malan de me perwerde jî bi Serok re dîtiye, demeke baş me wekî korya kar kir yanî her deh roja carekê me Serokatî didît, me jiyana wî di dît yanî bi rastî Serokatî insanekî xwezayî bû, piranî gel pir meraqdikir ku wî bibinin û hevdîtinan pê re bikin û heta vê kêliyê jî gel bi wê meraqa xwe dixweze Serokatî bibîne. Berî 25 salan tiştên ku Serokatî digot div ê dema niha de pêk tê fikrê ku di anî ser ziman axaftinên ku digot, Yanî serokatî tarzê jiyana wî rabûn û rûniştina wî xwarin û vexwarina wî ne wek ya tu kesî bû, ji bo vê jî hemû gel dihatin wê derê ji bo seokatî bibinin, hemû gel, hemû netewan meraq dikirin ji boyi serokatî bibinin.
‘ Gel bi PKK’ê re, wekî Masî û Avê ye’
Girêdan bûyîna di navbera serokatî û gel de pir xort bû û heta niha jî pir xorte wekî (nenûk û goşt) di jiyana xwe de serokatî her tim vê digot û bi rastî jî wisa ye ji bo vê jî gel hertim ban dikirin digotin (Pkk’ê Gele, Gel Li Vire ) ev rastiyek bû, ev heqîqet bû me wisa jiyan dikir ew fikir di serê me de bû, yanî em bêyi Pkk’ê nikarin jiyan bikin, wekî masî û avê, tu masiyekî ji avê derxe wê bimre. Nenûk û goşt jî eynî tişt ji hev qot nabin, niha di hereketê de, di partiyê de, yanî hêdî hêdî guhertin çêdibin dema ev guhertin jî çêdibin hereket xwe nû dike. Berê pir dewletên derve pir pêkhata Pkk’ê zêde nasnedikirin, ama dema xwe nû dike guhertina çêdike bi demê re pêş dikeve hertim serokatî kesayet diguhert, nerîn diguhert perwerdeyên ku didan guhertin tê de çêdikirin yanî rojane guhertin çêdibin, Pkk li gor cih, li gor dem xwe diguhere, niha piştî ew dema ku derbasbû ew gelên ku li ser wî fikrî rabibûn heta niha jî hîn li ser wî fikrî dimeşin. Niha dema di giştî Rojhilata Navîn de bihara gela destpê bike pêwîste em jî xwe li gorî wê eyar bikin, ji ber vê guhertin pêwîst e ji ber vê jî pêwîste li gur guhertinên ku çêdibin em hereket bikin, serokatî di gotineke xwe de dibêje “ Siyaset wek çemekî ye, ew çem xware av giştî xwe li cihê vala digre, Siyaset jî wisa ye ku derê valatî hebe xwe li wê derê digre” ev rastiyeke em li gor vê jiyan dikin û tu carî wekî vê hereketa me çênabe ji ber ku (Partiya Karkerên Kurdistan ) xwe di her tiştî de pêşxistî ye, di milê fikir de, di milê Leşkerî de, di her tiştî de xwe pêşxistî ye. Ji bo vê jî hemû dewletên dinyayê li hemberî serokatî şer dike.
“Em ê bi Îradeya xwe û Baweriya xwe bi serkevin”
Ev Şoreşa me jî bi Jinê bi serketiye, ama mînak gelek caran digotin Jinê tevlî xwe nekin, ê Jin esasê civakê ye eger esas nînbe tiştek nîne, gotineke Serokatî heye dibêje hetanî jin azad nebe Şoreşa me bi ser nakeve û civaka me jî azad nabe. Ev rastiyeke ji bo vê jî hemû Şoreşên me bi Jinê destpêkiriye û bi Jinê serketiye û şoreşa me bi jinê xweşik bûye, ev rastiyeke û ez vî tiştî pir pîroz dibînim û heta niha jî hîn ev tişt berdewam e û îradeya me xorte em bi hereketa xwe bawer in û em ê heta noqteya dawî berxwe bidin û emê bi ser kevin, em bi xwîna Şehîdên xwe ve girêdayî ne em bi Tekoşerê xwe ve girêdayî ne, em ê bi ser kevin.