NAVENDA NÛÇEYAN – HRE’yê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyên xwe yên tolhildanê bê navber didomînin.
Di dîroka 26`ê Mijdarê de li derdora bajarê Marê hêzên me bi çalakiyek sekvanî çeteyekî artêşa Tirk a dagirker kirin hedef û di encamê de çeteyek hat kuştin.
Di dîroka 27 Mijdarê de li gundê Kefer Kilbin a bi ser herêma Ezazê de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Ehrar Şîmal çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 2 ji wan giran 3 çete jî birîndar bûn.
Di heman dîrokê de li derdora bajarê Marê hêzên me li dijî çeperên çeteyên koma bi navê Lîwa Mûtaasim çalakiyek li dar xistin. Di encamê de girêdayî koma navborî seyareyek leşkerî hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.”