HESEKÊ – Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yê DAIŞ û Cehbet el-Nusra ku li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê daye destpê kirin bi hezaran sivîl neçar man warê xwe biterkînin. Li gorî zanyarên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê heta niha 478 sivîl jiyana xwe jidest daye û zêdetirî 1070 sivîl jî birîndar bûne. Ji ber êrîşên dagirkeriyê zêdetirî 300 hezar sivîl neçar man warê xwe biterkînin.
12km li Rojavayê bajarê Hesekê kampa Waşokanî ku 1800 sivîl lê jiyan dikin heye. Herroj 20 malbatên nû li kampê bicih dibin.
Rêveberiya kampa Waşokanî bi Şaredariya kantona Hesekê û bi komîteyên eleqedar re xebatên hevpar dimeşine, da ku li kampê kanalîzasyon, serşo, xetên ava pak, xwarîngehan û li gorî hejmaran beşên lê mayinê ava bikin. Derbarê rewşa, pêwistî û pirsgirêkên li kampê ajansa me dosyayek befireh amade kiriye.