NAVENDA NÛÇEYAN – Tora Skynewsê ragihand ku xwepêşandêrên Iraqê navenda fermandariya polîsan a Zîqarê ya başûrê Iraqê dorpêç kiriye. Her wiha diyar kir ku xwepêşandêrên Zîqarê piştî vekişandina hêzên ewlekariyê, ji bo parastina xwepêşandêran komîteyên gel ava kirin.
Her wiha çekdaran çalakgerê bi navê Heyder El-Lamî li naverasta parêzgeha Meysan a Iraqê kuşt.
Meclisa Dozgeriya Bilind desteyeke lêpirîsê ava kir, deste ji 3 cîgiran û serokê dadgeha awarte ya Zîqarê hat avakirin, da ku lêpirsînê têkildarî kesên di nava 2 rojên derbasbûyî de hatin kuştin, bike.
Duh di xwepêşandanên li Iraqê yên li bajarên Necef, Nasriye, Bexda û başûr û naverasta welêt de 45 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmihdî komîteya lêpirsînê li parêzgehên Zîqar û Necef ava kir, di heman demê de li parêzgeha Zîqar, Adil Dexîl piştî 32 kes li parêzgehê hatin kuştin, ji kar îstîfa kir.
Di milekî din de eşîrên iraqî ji xwepêşandêran li dijî hêzên ewlekariya hundirîn çek rakirin, nexasim li parêzgehên naverastê û başûr. Di xwepêşandarên li Iraqê de, ev nîşana gaveke nû ye. Îro Reutersê ji çavkariyên Iraqê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Iraqê ve, zêdetirî 400 kes hatine kuştin.