WAN – Li Wanê ji 20 ciwanên hatibûn binçavkirin 5 ji wan hatin girtin.
Li Wanê di 26’ê Mijdarê de polîsên dagirker bi ser gelek malan de girtibû û 20 ciwan binçav kiribûn. Ciwan bi angaştên “Propaganda rêxistinê kirine” û “Endamên rêxistinê ne” ku hatibûn binçavkirin duh êvarê ji bo îfadeyên wan bên girtin ji emniyeta Wanê birin Dadgeha Wanê.
Dozgeriyê îfadeyê wan girt û 15 ciwan bi şertê kontrola edlî berda û 5 ciwan jî bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. Heyeta dadgehê bi angaşta “Propaganda rêxistinê kirine” û “Endamên rêxistinê ne” Îzzet Işik, Nîhat Işik, Hazar Dayan, Harun Boga û Ferhat Arslanboga da girtin.
5 ciwanên hatin tewqîfkirin şandin Girtîgeha Tîpa T Wanê.