EYN ÎSA – Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yê DAIŞ û Cehbet el-Nusra ku li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê daye destpê kirin bi hezaran sivîl neçar man warê xwe biterkînin.
Malbateke ji pêkhateyên Ereb ku li Kampa Eyn Îsa dimînin rewşa xwe ya dawî ji ajansa me re parvekirin û wiha gotin: “Em li kuderê bibin bila em bibin ya girîng ku em ji axa xwe dernekevin. Em ji Girê Spî koçber bûn ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, em derneketin ji warê xwe ji ber ku em ser jiyana zarokên xwe ditirsiyan, ji ber ku em dizanin dema dewleta Tirk û çeteyên wê werin e axa me wê çi bînin sere me. Rast e em ji axa xwe koçber bûn ji ber dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî lê belê em tu carî axa xwe ji dagirkeran re nahêlin, em çiqasî zehmetî bibîn emê tu carî li hember dagirkeriyê bê deng nemînin, ji ber ku em Zarokên vê axê ne.
Em bang li dewletên navnetewî dikin ku li hember vê dagirkeriyê bisekine û me vegerîne axa me, ji ber ev axa me ye, ne ya dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Çi dibe bila bibe em vê dagirkeriyê qebûl nakin, vaye ez îro mirovekî nexweşim lê ji axa xwe koçberbûme, ez birîndarbûm ji ber vê dewleta Tirk a dagirker, ka mirovatiya insanan. Em li gel QSD’ê başin, malbata min başe, û em dibêjin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bila ji axa me derkevin.
Rast e em koçberbûne û em niha li Kampa Eyn Îsa ne, lê baştire ku em ji axa xwe derketibe û çûbane çem dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, yan jî dewleteke din ba, em li virin ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Em Rojava nadin tu kesî ev ax axa me ye ne ya dewletên dagirkere, em tu carî ji dewletên dagirker na tirsin.