EFRÎN – Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, teqîn li Çerxerêya Newroz pêk hat. Têkildarî teqînê agahiyên berfireh nehatin girtin.
Roja 26’ê Mijdarê jî li taxa Siyasî ya Efrînê teqînek çêbû.
Ji Adara 2018’an ve Efrîn dibin dagirkeriya Tirk de ye û bi awayekî sîstematîk sûcên şer lê tê kirin. Sûcên weke revandina mirovan, înfaz, êşkence, talan û koçberiya bi zorê rojane tê jiyîn.