GERMİYANÎ – Li navçeya Kelar a Germiyanê tevî hemû astengiyên civakî, komek jinên ciwan grûbek ava kirine û ji bo xwe parastinê dest bi fêrbûna hunera parastinê ya kîk boksingê kirine. Cara yekeme li Kelarê jin beşdarî dewreya fêrbûna kîk boksingê dibin. Berê tenê zilaman dikarîn vê werzîşê bikin û li navçeyê ti caran jinan hewla fêrbûnê nedane.
Hejmara grûba Keçan a kîk baksingê ya Germiyan nêzî 10 jinên ciwan in û diyar kirin ku bi derbasbûna demê de wê hejmara wan zêdetir bibe û jin bi coş û xuroş beşdarî grûbê dibin. Ev grûb ji bo fêrbûnê heftane 3 rojan nêzî 2 saetan perwerdeyê li Hola Kîk boksing a Pêşmerge dibînin.