MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema maşîna zirxî ya polîsên tirk ên dagirker derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 polîsên dagirker birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li ser rêya Hevrişîmê, şevê din dema maşîna zirxî ya polîsên dagirker di rêde derbas dibû, teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 polîsên dagirker birîndar bûn. Li ser îxbarekê dema maşina polîsan a zirxî çû cihê bûyerê, li ser rê teqîn pêk hat. Di teqînê de teqemeniya di rêde hatibû bicih kirin teqîya. Di teqînê de 2 polîsên dagirker birîndar bûn. Polîsên birîndar bûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.