DÊRİK – Di bin dirûşmeya “Li dijî Faşîzma Tirk Serîhilde” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi Navenda Dijle a Çand û Hunerê re, Li Kampa Newrozê ya Dêrikê ji bo gelê Serê Kaniyê konserek li dar xistin.
Bi dehan Koçberên Serê Kaniyê, Rêxistinên Civaka Sivîl û bi tevlîbûna komên Çand û Hûner li Kampa Newroz a Dêrikê kom bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, koma Cûdî û Koma Kûlîlkên Kurdistanê ya Dêrikê Stran gotin, her wiha Koma Awaza Çiya ya Navenda Mihemed Şêxo a Qamişlo. Di heman demê de Koma Ava Mezin jî Şanoyek li ser êşên Koçberên Serê Kaniyê û yên Girê Spî li darxist.
Di dawî de diyarî ji Zarokan re hate belavkirin.