BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şeş gerîlayên di 20’ê Tîrmehê de şehîd bûn daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di dîroka xwe ya berxwedanê de gelek lehengên mezin afirand. Li dijî şerê înkar û tinekirinê ku li civaka Kurd tê ferzkirin, civata milîtanên fedayî yên ku xeyalên azadiyê yên gel dan ser milê xwe, ne tenê berpirsyariyên xwe yên exlaqî û wijdanî pêk anîn, di heman demê de bi biryardarî, bawerî û îradeyeke mezin têdikoşin. Hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar ku têgihiştin ji bo azadiyê pêwîstî bi ked û fedakariyeke mezin heye, di vê oxirê de têkoşiyan û di 20’ê Tîrmeha 2018’an de li qada Elemûn a navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji ber êrişa artêşa TC a faşîst şehîd bûn. Agahiyên der barê hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn wiha ne:
Nasnav: Andok Palo
Nav paşnav: Mahsûn Kaya Cihê jidayikbûnê: Xarpêt Dayik-Bav: Aysel-Ramazan Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban |
Nasnav: Bawer Çewlik
Nav paşnav: Îlyas Arslan Cihê jidayikbûnê: Çewlik Dayik-Bav: Kûdret-Faîk Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban |
Nasnav: Cûdî Destan
Nav paşnav. Yucel Ozdemîr Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Caîze-Cemîl Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban |
Nasnav: Mervan Darahênê
Nav paşnav: Ramazan Taşdemîr Cihê jidayikbûnê: Çewlik Dayik-Bav: Kadriye-Memdûh Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban |
Nasnav: Sofî Êlih
Nav paşnav: Mehmet Yuknu Cihê jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Hamdiye-Orhan Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban |
Nasnav: Yaşar Tendurek
Nav paşnav: Ozdemîr Ozogûl Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Herdemcan-Nîzamettîn Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban |
Hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar ji bo azadiya gelê Kurdistanê ketin ser rêya azadiyê û bi baweriyeke mezin têkoşiyan. Bi ruhekî fedayî di têkoşîna azadiyê ya Kurd de li dijî dijmin şer kirin. Her şeş hevalên me ku bi sekna xwe ya fedakar û samîmî ya li nava refên gerîla bûn xwedî cihekî girîng di nava hevrêyên xwe de, hewl dan wezîfeya xwe bi rengê herî baş pêk bînin. Bi şiyara Kurdistana Azad û Rêberê Azad tevlî têkoşînê bûn û xwe bi pêş ve birin û di pêngavên şoreşgerî yên mezin de kedeke mezin û girîng raber kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re hêvî dikin û soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên jiyana azad ên şehîdan têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bimeşînin.”