TIL TEMIR – Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û Cehbet el-Nusra ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin. Di rojên dawî êrîş li ser Til Temir zêde dibin. Şervanên QSD’ê ku li Til Temir parastina gel dikin ji ajansa me re axivîn.
Şervanê bi navê Canfeda Amed ku ji Başûrê Kurdistanê ji bajarê Helepçe tevlî seferbertiyê buye wiha axivî: “Destpêkê em gelê xwe û gelê li tevahî cîhanê ku li berxwe didin silav dikin. Dewleta tirk a dagirker hewl dide bi riya çeteyên xwe axa Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Rojava ku buye hêvî tevahî mîrovahiyê dixwazin tune bikin. Ji ber vê ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên xwe ê dagirker dane destpê kirin. Li dijî wan êrîşan em ê li berxwe bidin û bersivên herî xurt bidin dijmin. Dijmin bajarê Til Temirê xistiye dorpêçê û dixwazin êrîşên hin betirehtir bidin destpê kirin, lê em ê bersivên herî tund bidin wan êrîşên dagirkeriyê.”
Şervanekî din ku di çeperên şer de cihê xwe digre, Bawer Xerib ji Irakê tevlî Berxwedana Cenga Rojava buye ev nirxandin kir: “Axa Rojava bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ji bo parastina vê axa pîroz ev tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûm. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xeta berxwedanê da pêşberî gelan. Ev êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li dijî gelê Kurd ne nû ye. Bi sedsala gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê li berxwe didin. Li dijî wan êrîşan îro berxwedaek bêhempa heye. Êrîş di şexsê QSD’ê li dijî hemû hêzên gelan pêk tê. Em ê li dijî wan êrîşan bi felsefeya Rêber APO heta dawî şer bikin û li berxwe bidin.”
NC/Mazlum YILMAZ