NAVENDA NÛÇEYAN – Enandamê Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Tekîn Yoldaş li ser gelê Rojava ku ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşên dagirker li ser gelê wê hene, axivî û wiha got; ” Ev êrîş li ser hemû gelên li Rojava ye.
Desthilata faşîst bi siyaseta ku dike ketiye nav çiraxa Rojhilata Navîn. Fatoreya vî şerî karker û kedkar didin. Ev dagirkerî bi dewletên emperyalîst, hêzên herêmî re hatiye danîn. Armanc fetisandina Rojava ye.
Şoreşa Rojava bûye hêviya hemû gelan, îro ya ku tê kirin êrîşên barbariyê ne. Li dijî vê dagirkeriyê divê gelê me, çîna karker, kedkar rabin ser piyan. Desthilata faşîst Tirkiye dixwaze dagirkeriyê meşrû nîşan bide.
Ên ku li dijî desthilata derdikevin miemeleya terorîsan bi wan tê kirin. Terorîst ew in ku zarokan qetil dikin, bombeyên giran davêjin ser gelan.”
Axaftina Yoldaş wiha ye: