BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Konferansê ya Mezin di 29’ê Mijdarê de saet di 13:00, 14:00 û 15:30 de çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de derbên giran li stargehên dijmin û kepçeyekê hate xistin. Di encamê 5 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”