NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” û ji bo piştevaniya berxwedana YPJ’ê, li tevahî bajarên herêmên Cizîr û Firatê meşên girseyî li dar ketin.
TIRBESPİYÊ
Bi dehan jinên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb û Suryan kom bûn û meşa piştgiriya berxwedana YPJ`ê li dar xistin.
Meş ji pêşiya avahiya Kongreya Star li rojhilatê navçeya Tirbespiyê dest pê kir û di sûka navendî re meşiya û alên YPJ`ê hildan.
Meş li sûka navendî li rojavayê navçeyê bi dawî bû, jinan deqeyekê rêz girt, paşê gelek axaftin hatin kirin, bi navê Kongreya Star endama rêveberiyê Leyla Iskan û bi navê koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Ibrahîm axivî.
Axaftvanan teqez kir ku YPJ`ê û ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina jin dan ser milê xwe û destanên lehengiyê nivîsandin.
Li navçeya Amûdê jî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin, daxuyanî ji aliyê endama meclisa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hiyam Ehmed li Qada Jina Azad li bajarê Amûdê hate xwendin.
TİL TEMİR
Li navçeya Til Temir jî bi sedan şênî li ber Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û meşeke girseyî li dar xist.
Ewlehiya meşê ji aliyê HPC/HPC-JIN, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê ve hat girtin. Meşvanan alên YPJ’ê û pankartên “Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin”, “Amara Rûmeta me ye”, “Em hemî Hevrîn, Amara û Ronahî ne”, “Jin Jiyan Azadî” bi zimanên kurdî, erebî û aşûrî hatin hildan.
Meş li ber Mizgefta Mezin rawestiya, piştî deqeyeke rêzgirtinm rêvebera Komîteya Dibistanên Til Temirê Leyla Simêla peyama Fermandariya YPJ’ê xwend û endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çinar Yûsif axivî.
Di peyama Fermandariya YPJ’ê de wiha hate gotin: “Em ê bi rihê Hevrîn, Arîn, dayika Eqîde azadiyê li tevahî cîhanê mîsoger bikin, têkoşîna 9 salan a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî cîhanê deng veda û bû hêviya serkeftinê. YPJ bû dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev îradeya jinan yekitiya rih, fikr, beden, bawerî û hêviya serkeftinê ye.”
Çinar Yusif anî ziman ku berxwedana jin û şervanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên dagirkeran têk birin û got: “Dewleta Tirk dixwaze beriya Hevpeymana Lozanê bi dawî bibe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya Xweser ew bi rê ve dibe, dagir bike, li hember plan û dagrikeriyê jî gel bi jin û zarokan li ser pêyan e û her roj bi nava têkoşîn û berxwedanê de ne. Em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi tilîliyên dayikan bi dawî bû.