ROJAVA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan derbarê hovîtiya faşîzma dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî ku li ser Zarokên Koçber yên ji Efrînê, ku li Til Rifatê bi rengekî wehşî li dijî Zarokan Komkujiyek pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye;
” Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê şerê qirkirin û talankirinê ku di 9’ê Cotmehê de li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dabû destpêkirin; ji çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li ser gelê me hatine bikar anîn. Ji qirkirineke Çandî, Demografîk, Aborî, Civakî, Siyasî, Ekolojîk û hwd… li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê pêk tên. Di şexsê faşîzma dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî de hovîtî û şîdeta zilamên serdest ku bi aqilê dewletê hatî avakirin îro bi tevahî hêza xwe lîstokan didine meşandin.
Heya vê kêliyê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê didomin. Bi rengekî hovane ku li dijî hemû qanûn û pîvanên navdewletî ne, artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê îro sûceke hovane li dijî koçberên ji bajarê Efrîna dagirker li Til Rifatê pêk anî, kombûnek bi awayekî wehşî topbaran kir, di encamê de 10 sivîl şehîd bûn, di nav de 8 zarok bûn. Her wiha bi dehan jî birîndar bûn. Ajansên nûçeyan wêneyên zarokên bi dest û piyê jêkirî belav kirin.
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektiya Jinên Ciwan van êrîşên hovane li ser gelê me tu carî qebulnakin û heger ku agir li ser gelê bibarînin, em ê bibin agir, heger ku dixwazin gelê tunebikin, em ê bibin mertal li pêşiya gelê xwe. îro dijminê gelê Kurd bi hemû derfetên xwe ên hovane bi rengekî wehşî êrîş me dikin, Ciwanên Kurd li hember van êrîşan pêwîste xwedî helwestbin. Roj roja yebûyina gelê Kurd e û tolgirtina Zarokên vî welatî ye!
Bi taybet jî mirov wê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji bîr neke ku bûye xwînmijê Zarokên bê guneh, her wiha di komkujiya Zarokan de sicilê dewleta Tirk a dagirker li holê ye, ji Bakurê Kurdistan heya Rojavayê Kurdistan bigre ev komkujiyên wan ên li dijî Zarokên Kurd û gelê Kurd hedef digre berdewamin. Meha ku em niha tê de ne jî, Meha salvegera komkujiya Roboskiye ku dewleta Tirk a dagirker di 28’ê meha Kanûna 2011’an de li Bakurê Kurdistanê li Roboskî komkujiyekî bi wehşî dijî Zarokan pêk anî. Ew jî hedefgirtina Zarokan bû, vaye îro dîsa li Til Rifatê bi heman şêwazî hovîtiya xwe li beramberî Zarokên Kurd berdewam dike.
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê seferberiya giştî radighînin. Em amade ne berê xwe bidin her cebheyên Şer ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji bo ku gelê xwe ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser axa me biparêzin û em bang li tevahî Ciwanên Cîhanê dikin da ku werin tevlî nava refên YPG/YPJ’ê bibin ji bo ku em gelê xwe biparêzin û têkevin nava berxwedana Cenga Rojava da ku em faşîzma dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî têk bibin.”