KOBANÊ – Meş ji çarxerêya Aşîtî destpê kir û heta qada Jina Azad berdewam kir. Li qada Jina Azad bi navê jinên ciwan daxuyaniyek bi raya gistî re hate parvekirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Dilê Berkel ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
‘‘Wekî ku tê zanîn bi salan li ser jin de polîtîkayên kuştin, tecawiz, zewaca temenê biçûk, qatlîamê tên meşandin. Jin her tim li her derê li hember ev qatlîaman ber xwe dide û dixwaze dengê xwe bighîne her derê.
Sed salên berê jî jin wekî xwişkên Mîrabel her tekoşîn kir û ev kedên jin hişt ku îro dengê wan bigihêje her derê. Di roja me ya îro de jî tekoşîna tevgera azadiyê ya jin de berxwedaniya jin mezintir bû.
Bi perspektîva Rêber Apo re jin xwe, nasnameya xwe hîn bêhtir nas kir û îro dengê xwe yê berxwedêr gihand tevahî cîhanê. Taybet jî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di pêşengtiya hêza jin de gihişt asta serkeftinê.
Ev serkeftina jin veda tevahî cîhanê. Bi sedan însanan berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û tevlî şoreşa jinê bûn. Taybet li hember jinê, li hember qirkirinê bi dehan welatên din berê xwe dan Rojava.
Îro hêzên desthilatdar Rojava hedef girtin. Hemû hêzên desthilatdar li hember Rojava bûn yek û zarok kirin hedef.
Li hemberî van êrişan ji tevahî mirovahiyê îro radibin ser piyan. Dewleta faşîst a Tirk bi serkêşê qatilê zarokan Erdogan û çeteyên wî her çiqas bixwazibin Rojava dagir bikin jî, li hember van êrişan de bi pêşengtiya hêzên YPJ`ê de hêzên azadiyê li ber xwe didin.
Jin ne tenê ji bo xwe ji bo giştî civakê û zarokan jî li ber xwe dide. Lê belê ruxmî ku ev qas êriş çêdibin jin, dayik, zarok tên qetil kirin. Bendenên wan tên şewitandin, dîsa li hember vê jî hêzên navdewletî bêdeng dimînin. Careke din duh jî li Til Rifetê qetlîameke ku li ser 8 zarokên me hatiye kirin. Armaca dagirkeran dîsa da îspat kirin. Heta niha nav êrişên vê dawiyê 162 zarokên me hatin qetili kirin û giştî dewlet li hember van qetîlaman bêdeng û çavê xwe ji faşîsta Erdogan re digire.
Dagirkerên axa Rojava, ne tenê dagirkerên warekî ye, dagirkirina keda jinê ye. Ji bo vê jî îro jin her demê zêdetir li hember dagirkerî, hişmendiya zilam, qetlîaman, zewaca bi temenê piçûk tekoşîna xwe bilind dike û li ber xwe dide.
Em jî weke jinên ciwan şopdarên rêhevalên Hevrîn, Amara û dayika Aqîde di nav şerê Rojava de em ê asta pêşemgtiyê de cihê xwe bigrin û em ê her tim nav tekoşîna mezin de bin. Taybet wekî jinên ciwanê yên Kobanê, wekî navê Kobanê ku bi berxwedaniya xwe hatiye nas kirin û bi pêşengên wekî Arîn Mîrkan, Barînan xwedî kiriye, nehiştine Kobanê bikeve, em jî xwedî mîrsê wan derkevin.
Bi tekoşîna xwe ya bê navber her tim têbikoşin, ber xwe bidin û em ê dawiya vê şerê bi serkeftina jinan tacîdar bikin.”
Meş bi dirûşmeyên şermezar kirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.