QAMİŞLO – Bi dirûşma “Dagirkeriya li ser axa me, Şideta li ser bedena me ye” bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê bi mebesta piştevaniya YPJ‘ê û şermezarkirina komkujiya li Til Rifatê li qada Şehîdên Enternasyonalîst a navçeya rojhlat a bajarê Qamişlo hatin bav hev û dest bi meşê kirin.
Li gel bi sedan jinên bajarê Qamişlo, endamên Kongreya Star, HPC-Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin tev li meşê bûn.
Di meşê de pankartên bi nivîsên “Komkujiyên wê îsrara me zêde dike”, “Bi berxwedana jinê em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin”, wêneyên şehîdan, alên YPJ, Kongreya Star, Tevgera Jinên Ciwan, QSD û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.
‘Em hemû YPJ‘ê ne‘
Meşa ji çarxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a taxa Enteriyê destpê kir li kolanên taxa Qidûrbek geriya, di wê navberê de dirûşmeyên”Em hemû YPJ‘ê ne”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Bijî berxwedana jinên ciwan”, “Bi ciwanan me destpê kir em ê bi ciwanan biser bikevin” û “Em dest ji xaka bernadin” hatin berzkirin.
Meş lii çarexerêya Sonî ya taxa Qidûrbek veguhertî mîtîngê.
Li vir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Jiyan Koçer axivî û got: “Artêşa Tirk a dagirekr li dijî zarok û jinan sûcên hovane pêk tînin, ya herî dawî komkujiya li Til Rifatê bû ku duh pêk hatibû. Armanc ji komkujiyê qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi taybet gelê Kurd e .”
Jiyan bi navê jinên ciwan êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya Til Rifatê şermezar kir û diyar kir ku ew ê berxwedana li dijî dagirkeriyê bidomînin û dest ji xaka xwe bernadin.
Jiyan Koçber destnîşan kir ku ew xwe bi rêxistin dikin da ku tev li YPJ‘ê bibin û banga tevlîbûna nava YPJ‘ê li jinên ciwan kir.
Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ û QSD‘ê bi dawî bû.