TIL TEMIR – Malbatên şehîdan ên li Til Temirê derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn.
Dayika şehîdan Selman ku ji Serêkaniyê koçber buye Til Temirê got “Zarokên me ji bo welatekî azad şer kirin û şehîd ketin. Em jî wek malbatên wan, em ê bibin şopdarên têkoşîna wan.”
Dayika Selman wiha berdewam kir: “Ez ji Kobanê gundê Karamorkê me. Heta roja me îro bi sedan şehîd hatine dayin. Ji bo axa xwe me gelek berdel dan. Em îro ji bo parastina axa xwe li dijî Erdogan şer dikin. Ger êrîşek bi ser me de were, ez ê ruxme emrê xwe ê mezin jî çeka xwe rakim û şer bikim. Ez çeka zarokê xwe li erdê nahêlim. Di şer de dibe ku mal û milkê me biçe, ya giring ax û welatê me ye. Cihên hatine dagir kirin wê demkurt bê azad kirin. Dewleta tirk, Erdogan û çeteyên xwe dixwazin gelê Kurd tune bikin. Heta niha ev biser nexistiye û wê biser nekeve.”
Dayika 3 şehîdan Cemile jî wiha axivî: “Ez dayika şehîd Mazlum, şehîd Hogir û şehîd Şerman im. Ez ji Til Temirê me. Îro li dijî Rojava zilmek mezin tê meşandin. Ev hemû bi destê dewletan tê kirin. Me ewqas şehîd dane. Dixwaze bila êrîş hebin, em ê heta dawî li berxwe bidin û axa xwe biparêzin, em axa xwe bernadin. Piştî ku me ewqas berdel da, em çawa dikare axa xwe berdin? Em vê tucarî qebûl nakin, û em ê li ser axa xwe bin.”
NC/Mazlum YILMAZ