QAMİŞLO – Bi dirûşma “Dagirkeriya li ser axa me, Şideta li ser bedena me ye” bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê bi mebesta piştevaniya YPJ‘ê û şermezarkirina komkujiya li Til Rifatê li qada Şehîdên Enternasyonalîst a navçeya rojhlat a bajarê Qamişlo hatin bav hev û dest bi meşê kirin.
Di heman demê de Jinên Ciwan derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin û wiha diyar kirin; “Cihê ku jin xwe tê de isbat bikin nava refên YPJ’ê ye, ji ber ku jin di nava berxwedana Şer de xwe isbat dike”.
Leyla Şêxo ji bajarê Hesekê derbarê êrîşên dagirker de ji ajansa me re axivî û wiha got: “ Daxwaza me ku hemû Jinên Ciwan, werin tevlî nava Berxwedanê bibin da ku em bi Îradeya vê dewleta dagirker a Tirk tunebikin, cihê ku jin xwe tê de isbat bikin nava refên YPJ’ê ye, ji ber ku jin di nava berxwedana Şer de xwe isbat dike”.
Her wiha Jina Ciwan a bi navê Dîlber ya ji bajarê Amûdê jî nerînên xwe anîn ser ziman û wiha got: “ Em tevlî vê çalakiyê bûne da ku em pişgiriya xwe ji YPJ’ê re ragihînin û hovîtiya dewleta Tirk lehnet dikin, û em ê her tim bejin Jin Jiyana Azadî bi rihê Jinên Ciwan”.
Di heman demê de jina bi navê Zîlan jî axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Em wek Kurd îro li her derê di nava berxwedanê de ne û em ê her li berxwebidin, tu dewlet nikare îradeya me bişkîne.”