NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wan çalakiyên tolhildanê ji bo rakirina tola zarokên Efrîn’ê yê li Til Rifatê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin qetilkirin lidar xistine. Ji bo tolhildanê ji bo zarokên Efrîn’ê yên ku li Til Rifatê ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatin qetilkirin hêzên HRE’ê li Efrîn, Ezaz û Mare li dijî dagirkeran rêzeçalakiyên bibandor lidarxistine.
Daxuyaniya HRE’ê wiha ye:
“Em weke Hêzên Rizgariya Efrîn, ji bo zarokên Efrîn’ê yên ku li Til Rifatê ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatin qetilkirin, emê tola zarokên Efrîn’ê ji dagirkeran rakin. Li ser vê esasî hêzên me îro li Efrîn, Ezaz û Mare li dijî dagirkeran rêzeçalakiyên bibandor lidarxistin.
1. Di dîroka 3ê Kanûnê de li gundê Gobelê yê bi ser bajarê Efrînê hêzên me li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encamê de 1 leşkerê Tirk hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn û bataryayek obusê jî hat imhakirin.
2. Di dîroka 3ê Kanûnê de hêzên me li derdora bajarê Ezazê çeperên çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn.
3. Di heman dîrokê de li derdora bajarê Mare hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên sivîl yên gundê Soxanekê, Aqîbê ên bi ser Şêrawa, Mer’enaz, Şewarxa, Elqamiyê, Malikiyê yên bi ser Şera her wiha gundê Hirbil yê bi ser herêma Şehba bi dijwari topbaran kirin.
Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê diyar dikin ku êrîşên dagirkeran wê tu carî bê bersiv nemîne.”