BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 17’ê Mijdarê de me ragihandibûn ku ji ber êrişa bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 15’ê Mijdarê de li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Alîşer Zagros
Nav paşnav: Mûhammed Suleyman
Cihê jidayikbûnê: Minbic
Dayik-Bav: Mihe-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Mijdara 2019’an / Heftanîn
Nasnav: Sîdar Serhat
Nav paşnav: Serhat Çokşen
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Mûhteber-Abdulhalik
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Mijdara 2019’an / Heftanîn
Hevrêyên me Alîşer û Sîdar ji bo azadiya gelê Kurd û gelên herêmê di demên cuda de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê bûn. Jİ bo li ber dagirkeriya dijminê mêtinger rawestin û li ser vê bingehê bi rengekî çalak têbikoşin, ji roja tevlî bûn û pê ve xwe kirin gerîlayên şareza. Heta kêliya dawî bi rengekî fedayî têkoşiyan û bûn xwedî ked û heldaneke mezin. Di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ku armanca hevrêyên me bûn bi ser bixînin.
ÊRIŞÊN HEWAYÎ
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.
Di 3’ê Kanûnê de saet di 10:45’an de balafirên şer bombe li qadên Şikefta Birîndaran û Çemço yên herêma Zapê barandin.
Heman rojê saet di navbera 11:30 û 12:00 de balafirên şer bombe li qada Tepê Sor a herêma Avaşînê barandin.
Di 4’ê Kanûnê de saet di 07:00 de balafirên şer bombe li derdora bajarokê Çemankê yê herêma Garê barandin.
Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehat.”