NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan li derdora gundê Erbaîn êriş birin ser çeperên hêzên me û warê sivîlan.
Liv û tevgera komên çete ya li ser rêya navneteweyî ya M4 dewam kir. Her wiha bi çekên giran êrişî bejahiya Tirwaziyê û Ûm Beramijê kir. Artêşa dagirker bi hawan û fuzeyên grad bombe li gundên Xirbit Faris, Kefîfa û Leqleqo barand. Tevî vê yekê balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa dagirker li herêmê geriyan.
Ji ber êrişa bi çekên giran a artêşa dagirker hevalekî me birîndar bû.”