TIL RIFAT – Bi sedan Efrînî çûn şîna li Til Rifatê. Di şînê de sersaxî ji malbatên 8 jê zarok 10 sivîlan re hate xwestin.
Di şînê de li ser navê rêveberiyên navçeyên Ehdas, Babinês û Fafînê axaftin hate kirin. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Berxwedanê Leyla Îbîş û rêvebera kampê Ranya Hesen jî çûn şînê û sersaxî dan malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 2’ê Kanûnê de li Til Rifatê qetlîamek kiribû û zarok qetil kiribû. Di vê qetlîamê de du sivîlên 74 salî û 54 salî jî hatibûn qetilkirin.