NAVENDA NÛÇEYAN – 2 kesên ku ji bo beşdarî Berxwedana Cenga Rojava ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bûbûn, çûbûn Rojavayê Kurdistanê di vegera başûrê Kurdistanê de li deriyê Fîş Xabûrê ji aliyê asayîşa PDK’ê de hatibû destgîrkirin. Piştî lêpirsinê her du welatî hatin berdan.
Beriya hefteyekê jî asayîşa PDK’ê 12 ciwanên ku beşdarî berxwedana Cenga Rojava bûbûn dema vegera başûr de li deriyê Fîş Xabûrê destgîr kiribû û doh hatibûn berdan.