NAVENDA NÛÇEYAN – Ji dema dagirkirina Efrînê heta niha di nav 2 salan de dewleta Tirk a dagirker 161 zarokên ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê qetil kiriye.
Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafên Mirovan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 2 salên dawî de di encama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 161 zarok hatine qetilkirin, 195 zarok jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker herî dawî di 2’ê Kanûnê de li Til Rifatê qetlîamek kiribû û zarok qetil kiribû. Di vê qetlîamê de du sivîlên 74 salî û 54 salî jî hatibûn qetilkirin.