ŞEHBA – Li dibistana ajotinê ya li navçeya Fafînê li kantona Şehbayê, ji bo şermezar kirina sûc û komkujiyên dewleta Tirk, çalakiyek hate li dar xistin.
Di çalakiyê de bi sedan êlên eşîran û şêniyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Beşdaran wêneyên şehîd û birîndarên komkujiya Til Rifetê û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, her wiha parnkertên bi nivîsên “Zarokan nekujin, bêdengiya Rûsya dihêle ku Erdogan terora xwe li dijî kurdan berdewam vbike, Topên we me natirsînin, em ê li ber xwe bidin” rakirin.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi zimanê erebî bi navê êlên eşîrên herêma Efrînê ji aliyê êla eşîra Dimilî Haj Nedîm Sadiq ve, hat xwendin.
Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin:
Dewleta Tirk a dagirker siyasetên qirkirina giştî li dijî gelên bakurê Sûriyê û li pêşiya çavên hemî dinyayê û rêxistinên qaşo bui mafên mirovan bang dikin, dimeşîne. Di êrişên xwe de çeteyan û bermahiyên DAIŞ`ê bikar tîne û erêkirinê ji Rûsya û Amerîkayê digire.
Em wekî êlên eşîrên Efrîn û Şehbayê, bang li hemî rêxistinên navdewletî di serî de Meclîsa Ewlehiyê dikin ku civîneke awarte ji bo komkujiya ku dewleta Tirk li dijî koçberên Efrînê kirî, nîqaş bike. Her wiha divê sozên xwe yên mirovî û hiqûqî pêk bîne. Ji tevahî cîhanê re em tekez dikin ku ew komkujî wê îsrara me ya berxwedanê zêdetir bike û yekitiya me li dijî dagirkeran xurtir bike.
Di berdewama çalakiyê de bi navê pêkhateyên herêma Şehba û Efrînê ji aliyê endamê rêveberiya Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd ve, hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bira, xwişk û welatparêzên hêja, bi navê hemî pêkhateyên Şehbayê û Efrînê ji Kurd, Ereb û Turkmen em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re.”
Îro em kom bûn da ku em ji cîhanê re carek din rûyê terorê yê Erdogan ku li dijî sivîl û zarokên Efrînê komkujiyan pêk tîne, eşkere bikin.
Em Rûsya û delweta Sûriyê jî ji siyasetên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser erdên Sûriyê û sûcê qirkirinê û guhertina demografyayê, birpirsyar dibînin.
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, bi dawî bû.